Îlon 14, 2018 08:48 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî ji berbijarîya posta serokwezîrtîyê vekişîya

Serokwezîrê Iraqê pêgirî li ser pêbendîya li temîyên merceyê pilebilind ê dînî û rêzgirtina li demajoya sîyasî kir û ragihand ku dil tineye ji bo cara duyem bibe berbijarê posta serokwezîrtîya Iraqê.

Heyder Ebadî duh danê êvarê li civîna çapemenîyê ya hefteyê derbarê daxwaza merceyê dînî têkildarî berbijarnebûna kesayetîyên naskirî ji bo posta serokwezîrtîyê de got: Ez rêzgirtin û pêbendîya xwe li şîretên merceyê dînî radigihînim.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Ez ji bo parastina posta serokwezîrtîyê pêkutîyê nakim û rêzê li dewama demajoya sîyasî û pêşketina wê digirim û dixwazim dewleta nû zûka were pêkanînê.

Ebadî herwiha bal kişand ser destkevtên dewleta Iraqê di salên vê dawîyê de û got: Bi rizamendîya desteya wezîran, miaşên hêzên Heşdi Şeibî dê ji meha bê va bê zêdekirinê ta ku miaşa wan jî bigihêje asta miaşa hêzên ewlehîyê yên Iraqê.

Wî herwiha got: Me di 3 salên buhurî de karî artêşeke amade û pirofişinal ku parêzerê welêt û hemî hevwelatîyan e pêk bînin û pêşîya perçebûna wqelêt bigirin û pêgirîyê li ser tifaqa wî bikin.

Ebadî herwiha got: Tevî daketina berfire ya bihaya niftê me çavkanîyên netewî yên welêt parastin û dîwarên firqparêzîyê bi awayekî berbiçav wêran kirin û peywendîyên derve serrast kirin.

Serokwezîrê Iraqê derbarê alûgurên Besrê de jî got:Ez qebûl dikim ku niştecihên Besrê hewcedarî û kêmasî hene lê di eynî demê de ser vê bawerê me ku ev rewşa ji bo armancên nesereke bi awayekî narewa hat bikaranînê.