• Pêngava sembolîk a hejmarek ciwanên Besrê li konsulxana Îranê

Hejmarek ciwanên Besrê bi pêngaveke sembolîk û bi armanca nîşandayîna kûratîya biratîya di navbera Îran û Iraqê de, dest bi ramalîna avahîya berê ya konsulxana Îranê ku hatibû şewitandinê kirin.

Hejmareke welatî û ciwanên iraqî li şarê besrê, duh bi bilindkirina alaya Îranê  ûwêneyên xîmdarê Komara Islamî ya Îranê û rêberê giranqedir ê inqilabê li cihên curbicur ên avahîya berê ya sunsolxana Îranê li Besrê, hevgirtina xwe digel dewlet û gelê Îranê nîşan dan.

Înîyê şevê hejmarek kesên xapandî û handayî dema xwenîşandana niştecihên Besrê ya bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa xizmetguzarîyê li Iraqê, êrişî konsulxana Îranê li vî şarî kirin û agir berdanê.

Roja sêşemê jî avahîya nû ya konsulxana Komara Islamî ya Îranê li Besrê hat vekirinê.

Sep 13, 2018 08:40 Asia/Tehran