Tebax 14, 2018 19:55 Asia/Tehran
  • Ebadî: Em dê petrola Kerkûkê bi rêya Tirkiyê bişînin derve

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê piştî civîna ligel Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê, ragihand ku Tirkiyê soz daye ku Iraq dê beşa xwe ya ji ava Dîcle û Firatê dê bi temamî werbigre û diyar kir ku Iraq rê nade ji axa vî welatî ti grûpek metirsîyê li ser asayişa Tirkiyê çêbike.

Heyder Ebadî li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li Enqerê diyar kir ku ew rê nadin ti grûpeke çekdar ji axa Iraqê ve li ser asayişa Tirkiyê bibe metirsî û got: “Ji bo bêhtir parastina sînorê navbera Iraq û Tirkiyê plana me heye.”

Ebadî eşkere kir ku Erdogan tekez kiriye ku Tirkiye pabendî sozên xwe dibe û dê alîkar bibe di avakirina Iraqê de û Bexda ji vekirina konsulxaneya Tirkiyê li Mûsilê pêşwazîyê dike.

Ebadî herwisan diyar kir: “Em ji bo ku di demeke nêz de petrola Kerkûkê bi rêya Tirkiyê bişînin derve, hewil didin.”

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê jî civîna ligel Heyder Ebadî sûdmend bi nav kir û got: “Me derbarê gelek babetên giring de gotûbêj kir.”

Erdogan got: “Me nêrînên xwe yên li ser PKK ji Heyder Ebadî re got, nêrîna me û ya Iraqê derbarê têrorê de yek nêrîn e.”

Erdogan herwisan dîyar kir ku di civînê de li ser vekirina deriyekî nû yê sînorî yê ligel Iraqê li hev kirine.