Tebax 13, 2018 14:25 Asia/Tehran
  • Nûçeya paşdakişyana hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê ji navçên sînorî tev Sûriyê hate retkirin

Qumandê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê li daxûyaniyekê paşdakişyana hêzên xwe ji navçên sînorî ya ya Iraqê tev Sûriyê ret kir.

Li gor rapora IRIB Newsê, Cewad Kazim Qumandekî hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê li daxûyaniya duh yekşemê ragihand ku li kutahiya hefteya bihurî bi hevahengiya erkantiya artêşa Iraqê ciyê hinek ji hêzên Heşda Şeibî hate guhartin ku eva babetekî normale û nûçeya paşdakişyana hêzên me ji navçên sînorî ya  Iraqê tev Sûriyê nûçeyekî îaî e.

Wî got: Hêzên Heşda Şeibî bi hevahengiya erkantiya operasiyona hevpare artêşa Iraqê li navçên sînrî tev Sûriyê musteqerin.

Telivîzyona Seûdî ya El-Hedes bi weşandina nûçeyekî derew îdia kiribû ku hêzên Heşda Şeibî ji ber zextûzora Amerîka ji navçên rojavaya parêzgeha Nêynewayê û sînorên Sûriyê paşda kişyane.