Tu pêngaveke piratîkî ji bo damezrandina dewleta nû ya Iraqê nehatiye rakirin
Berpirsê çiqa Partiya Demokrata kurdistanê li Bexdayê, bal kişand ser vê yekê ku tu kiryareke praîktîkî ji aliyê partiyên iraqî ve bona damezrandina dewleta nû ya vî welatî cih nehatiye û got ku damezrandina dewletê ji ber pirsgirêkên partiyan paşde dikeve.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Şivan Muhemed li gotûbêja bi malpera nûçan a SNN`ê gotiye ku prosa damaezrndina dewleta nû ya Iraqê pir dirêj e û li pêşerojeke nêzîk de, dê cih neyê. ji ber hebûna pirsgirêkên navbera partî û aliyên curbicur ên vî welatî, tu kiryareke praktîkî bona damezrandina dewleta vî welatî cih nehatiye.
Berpirsê çiqa Partiya Demokrata kurdistanê bal kişand ser vê yekê ku tişta ku li bara hewldana partiyan ji bo damezrandina dewletê, tenê propagendeya medyayî ye û got ku partiyên iraqî tu bername û planek ji bo damezrandina dewletê tine ne û ji aliyê din ve jî liv û tevegrên şîe rastî pirsgirêkên navxweyî hatine û nikarin li bara posta serokwezîrtiya Iraqê li hev bikin û bi hevpeymaniya navbera sê hevalbendiyên serketiyê hilbijartinê, pêkanîna fraksiyona piraniyê ji bo damezrandina dewletê serê xwe nagire û ji aliyê din ev jî pêkanîna hevpeymaniyê navbera 4 hevalbendiyên serketî jî pir dijwar e.
Şivan Muhemed destnîşan kir ku partiyên iraqî nikarin partiya demokrat û Yekitiya niştimanî li pêvajoya damezrandina dewletê bixin perawêzê û şerta van du partiyan jî ku ji bo gotûbêja bi aliyên iraqî, konseyeke hevpar pêk anîne, ji bo beşadriya li hevpeymaniyên pêkanîna dewleta Iraqê, hebûna bernama taybet û rêk û pêk ji aliyê van du hevpeymaniyan e û ev du partî tenê tevlî van hevpeymaniyan dibin ku ji bo karûbarên damezrandina dewletê û hûrgiliyên wê bernameyên rohn û zelal raber bikin.