Tebax 11, 2018 20:38 Asia/Tehran
  • Iraqîyan bertek nîşan dan, birêxistina heştega ``Îran di rewşa herî dijwar de li rex me bû``

Serokwezîrê Iraqê gotibû ku dewleta wî boykotên li dijî Îranê erê nake, ji ber ku şaşitîyeke istiratêjîk e lê, neçar e pêbendê wan be, ev helwesta bû sedema hêrsbûn û nerazîbûna welatî û kesayetîyên sîyasî û mezhebî yên Iraqê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnimê, hin mêdyayên iraqî duh ji zarê serokwezîrê vî welatî ragihandibûn ku Bexda berovajî meyla xwe, neçar e ku ji boykotên Waşîngtonê yên li dijî Îranê peyrewîyê bike.

Axavtin û helwesta Ebadî pêrgî berteka tund û giran a gel û kesayetîyên mezhebî û sîyasî yên Iraqê bûye û wan pêgirî li ser neyarîya xwe li hemberî boykotên dijminane yên Amerîkayê û cîgirtina li rex gel û dewleta Îranê di vê rewşa dijwar de kirin.

Sazîya Bedir a Iraqê li daxûyanîyekê pêgirî kir: Sazîya Bedrê boykotên zalimane, neqanûnî û yekalî yên gelê mezin ê Îranê û Komara Islamnî bi tundî şermezar dike û pêgirîyê dike ku ew boykot berovajî hemî erf û menşûrên navnetewî û nirxên exlaqî û mafên mirovan ku Amerîka idiaya wan dike ne.

Yekîneyên Hizbulaha Iraqê jî tevî rexnekirina helwestên Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî yên derbarê boykotên Amerîkayê l idijî Îranê de ragihand: Gelê emekdar ê Iraqê wê li rex birayên xwe li Îranê bisekine.

Tevgera Esaib Ehli Heq bi serokatîya Qêys Xezelî jî boykotên yekalî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê binpêkirina nirx û isûlên insanî û hiqûqî wesif kirin.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Ji ber rewşa hestyar a Iraqê û berjewendîyên lihevalîyayî yên vî welatî pêwîst e ku rêvebirên welêt biryarên guncav bidin ku di wan e 2 mijarên bingehîn bên berçavgirtinê.

Ya yekê ew e ku serwerîya netewî ya Iraqê bêyî tirs û peyrewîya ji alîyekî were berçavgirtin û ya duyem jî ew e ku berjewendîyên Iraqê di rewşa lihevalîyayî ya niha de û ser bingeha berjewendîyên lihevalîyayî seratir ji berjewendîyên welatên din bên zanîn.

Nûrî Malikî alîkarê serokomarê Iraqê jî li hevdîtina digel Îrec Mescêdî sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê careka din pêgirî li ser neyarîya xwe li hemberî sepandina boykotên yekalî yên Amerîkayê ser Îranê de kir û ji civaka navnetewî xwest ku sîyaseta bikaranîna zexta aborî ser gelan de ret bikin.

Sêkrêtêrê Yekitîya Islamî ya Tirkmenên Iraqê jî sepandina boykotên Amerîkayê ser Îranê de vekişîna ji isûlên dêmokiratîk zanî û pêgirî kir: Em dorpêça Amerîkayê û welatên din ên herêmê li dijî Îranê ret dikin û ewê vekişîna ji isûlên dêmokirasî û dadperwerîya civakî dizanin.

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî sepandina boykotên yekalî yên Amerîkayê ser Îranê da, binpêkirina vîna navnetewî û rêketiname û sozên wajokirî zanî.

Nivîsgeha Seyîdemar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî li daxûyanîyekê ragihand: Îrec Mescêdî sefîrê Îranê li Iraqê bi Seyîdemar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî re hevdîtin pêk anî û her du alîyan di vê hevdîtinê de alûgurên sîyasî yên navxweyî û navçeyî û peywendîyên her du welatan û boykotên Amerîkayê ser Komara Islamî ya Îranê da sepandine û dûhatên wan ji bo herêmê hilkolandin.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Islamî ya Nuceba ya Iraqê jî wek berteka li hemberî helwesta Heyder Ebadî ya hevrêtîya digel boykotên dijminane yên Amerîkayê li dijî Îranê pêgirî kir ku em qet rê nadin ku Iraq bibe eyaleteke Amerîkayê.

Seyîdhaşim Mûsewî ji Heyder Ebadî pirsî: Em gelê Iraqê ji kengê ve pişkeke proja boykotkirina gelan bûne? Zazrokên Iraqê ji kengê va şirîkê mêhwera têrorîsma amerîkî bûne? Mêhwera ku bi dû destwerdan, perçekirina welatan, zilmkirina li gelan û talankirina heyîtîyên wan e. Wî herwiha got: Îran roja îro ji ber piştgirîya rastî ji Fiilstîn, Iraq, Sûrîye û hemî welatên islamî ketîye ber êrişê. Gelo Îranê maşînên bombekirî û qawûşên teqemenîyê şandin Iraqê?

Muqteda Sedir jî bi awayekî li dawîya daxûyanîya xwe bal kişand ser boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got ku Amerêka gelan bi heceta kîna li hemberî dewletan ceza dike û dixe ber zexta aborîyê û heke desta ji biryarên xwe nekişîne, em ê metel rûnenên.

Ji hêla din ve, ayetulah Mihemedteqî Muderêsî yek ji alimên iraqî wek berteka li hemberî helwêsta balkêş a Heyder Ebadî ya pêbendîya dewleta wî li boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê, derbarê hewildanên ji bo xistina nakokîyê di navbera gelê Iraq û Îranê de hişyarî da û got: Peywenda gelê Iraqê digel birayên xwe (Îranê) bihêztir ji her fêl û fitlekê ye û em tu wexta alîkarîya birayên xwe ya di dema dijwar a derxistina têrorîsatan û herwiha piştgirîya wan ji aborîya me di rewşq herî giran de ji bîr nakin.

Bikarînerên şebeyên civakî yên iraqî bi şêwazên curbicur neyarîya xwe li hemberî vê helwesta Ebadî nîşan dane. Wan heştega ``hevgiritna bi Îranê re`` û ``Ebadî ne nunerê me ye`` bi nîşana piştgirîya ji gel û dewleta Îranê li hemberî boykotên zalimane yên Amerîkayê nîşan dan.