Tebax 11, 2018 18:05 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Boykotkirina Îranê ne ser xêra Iraqê û welatên din ên herêmê ye

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê, tevî şermezarkirina boykotên Waşîngtonê yên dijî Têhranê, pêgirî kir: Boykotkirina Îranê berovajî berjewendîyên Iraqê û welatên navçê ye.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, Seyîdemar Hekîm serokê Hevalbendîya Netewî ya Şîeyên Iraqê û serokê Bereya Hikmeya Netewî bi ragihandina piştgirîya dubare ji Îranê, boykotên Amerîkayê ser Komara Islamî ya Îranê da sepandine, şermezar kirin û pêgirî kir: Gelê azadîxwaz ê Iraqê niha hevgritina xwe bi gelê Îranê re di warê şermezarkirina kiryarên zalimane yên Amerîkayê de radigihîne.

Wî herwiha got: Nabe hîç welatek bêyî biryarnama navnetewî ya zelal ku du di çarçova qanûnê de hatine pejirandinê, miletekî aştîxwaz û hikûmetekê ku li mêkanîzmên qanûnî hatibe ser desthilatê, dorpêç bike.

Hekîm bi gotina vîya ku gelê Iraqê peywendîyên istiratêjîk, cografîyayî, hevparîyên dînî, çandî û dîrokî yên berfire û qahîm bi Komara Islamî ya Îranê re hene, ragihand: Lawazkirina Îranê ne ser xêra Iraqê û tu welatekî navçê ku dorpêça aborîyê ya vî welatî erê dikin, e û dûhatên vê yekê ne tenê Îranê belkî dê hemî herêmê bigirin ber xwe.