Tebax 10, 2018 11:26 Asia/Tehran
  • Encamên hejmartina destî ya dengên hilbijartina parlimanî ya Iraqê hatin ragihandin

Encamên hijmertina destî ya dengên hilbijartina parlimanî ya Iraqê nîşan dide ku tu guhertinek li encamên ragihandî pêk nehatiye.

Li gorî rapora IRNAyê, Konseya Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê bi daxûyaniyekê encamên dengên 17 parêzgehên Iraqê sedî 100 li gorî encamên ragihandî li ser esasa hejmartina elektronîkî da zanîn.

Wateya yekbûna tam a van du cûreyên hejmartinê ew  eku hejmara kursiyên partî û hevpeymaniyên hilbijartinê li van parêzgeha neguheriye.

Konseya Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê roja 3ê Tîrmeha 2018an piştî gazindeya aliyên cûrbicûr li bara hebûna sextekariyê li hin navendên dengdayînê, hejmartina destî ya dengan dest pê kir.

Beriya wê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Iraqê wek girîngtirîn saziya dadweriyê ya şiroveya qanûna bingehîn li vî welatî di roja 21ê Hezîranê da razîbûna xwe digel plana betalkirina encamên hilbijartinê li derveyî welêt û hejmartina destî ya sedî 10ê dengan ragihandibû.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja 12ê Gulana 2018an hat lidarxistin.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Li gorî ragihandina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.

Hevpeymaniya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.