Tebax 09, 2018 18:08 Asia/Tehran
  • Sedr: Emê li hember dorpêça aboriyê ser gelan bêdeng nemînin

Seyd Muqteda Sedr, serokê tevgera `Sedr` li bara boykotên dewleta Emerîkayê li dijî gelên navçê destnîşan kir: Emê li hember dorpêça aboriyê ser gelan bêdeng nemînin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Sedr li daxûyaniya ku roja pêncşemiyê li bara meselên têkildarî damezrandina  dewleta nû ay vî welatî weşand, bal kişand ser rewşa Iraq û navçê.

 Wî li vê barê nivîsî: I``raq bi awayekî taybet û navçe bi awayekî giştî ji ber boykotên  Emerîkayê li dijî gelên mezlûm rewşeke dijwar derbas dikin``.

Sedr got: ``Eva hemen siyaseta `` Xwarek û serşoriyê`` ye ku Emerîka bi mehna  dijminatiya  tev dewletan li her derê dixebitîne``.

 Serokê Tevgera  Sedr û piştgirê hevalbendiya Sairûnê ku bi 54 kursiyan ji 328 kursiyan li hilbijartinên  parlemanî yên vê dawiyê bû lîsteya ewil, bal kişand ser silogana  olî ya Heyhat Minezille û destnîşan kir ger Emerîka dev ji van biryarên xwe ber nede emê li hember xisarên ku li gelê navçê dikevin, bêdeng nemînin.

 Vî  serokê bi nav û deng ê  Iraqê her çend  rasterast bala xwe nedaye ser gotinên vê dawiyê yên  Ebadî li bara  kiryara  li dijî îranî ya Trump, lê wer tê xûyanê gotinên wî wek berteka li hember vê mijarê bin.

 Heyder Ebadî li civîna xwe ya hefiyê ya Sêşemiya  buhurî got Iraq bi boykotên Emerîkayê li dijî Îranê hevrê nabe lê ji ber berjewendiyên  gelê Iraqê neçar e ser wê  bisekine, mijara ku rastî rexneya tund û berfireh a serokên siyasî, partiyan, kesayetî, kom û çalakên iraqî hat.