Hevalbendiya Fathê: Şertên partiyên kurd ji bo pêkanîna fraksiyona mezin, nayên qebûlkirin
Endamekî hevalbendiya hilbijartinê ya Fathê li Iraqê, diyar kir ku şertên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistana vî welatî ji bo pêknanîna fraksiyona mezin li parlemanê nayên qebûlkirin.
Li gorî rapora malpera nûçan a Abaê ya Iraqê, Amir El-Fayiz ji endamên hevalbendiya Fathê bi serokatiya Hadî Amêrî roja îniyê şertên kurdan ji bo pêkanîna fraksiyona mezintir ser zirara berjewendiyên neteweyî da zanîn û got: Fath dixweze ku bernameyeke dewletî û diyarî ji bo pêkanîna firaksiyona mezintir amade bikin û ji hevalebndiyên din re jî bê raberkirin û her kesê ku pesend kir tevlî wê bibe û yên dijber jî ber bi aliyê hevalbendiya dijber ve herin.
Vî endamê hevalbendiya Fathê ku piştî hevalbendiya Sairûnê, kursiyên herî zêde bi dest xistibû her wiha bal kişand ser dijberiya piraniya hevalbendiyên siyasî yên Iraqê li hember şertên kurdan derheq vegreyana hêzên pêşmerge bo navçên kêşe li ser û got: Li saya bêtifaqiya hevalbendiyên kurd û ji ber pirsgirêkên wan ên navxweyî, cih û şûna kurdan li pêkanîna firaksiyonên parlemanî hatiyelawazkirin.
Piştî giştpirsiya neqanûnî ya cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê ji 25 Îlona 2017`an li saya dijberiyên tirkmanan û erebên vê parzêgehê, navçên kêşe li ser ji wan parzêgeha Kerkûkê ku hêzên pêşmerge ji sala 2003an ew xistibûn bin kontrola wxe, aloz bû. Hêzên iraqî, 16 cotmeha 2017`an ji bo vegerandina ewlehiyê bo va navçana bi derbasbûna bo bajarê Kerkûkê hêzên pêşmerge vegerandin sînorên beriya dagirkirina Iraqê bi destê Emerîkayê.
Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê, 12 Gulana 2018`an hat lidarxistin û hevalebndiya Sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr bi bidestxistina 54 kursiyan, Fath bi seroaktiya Hadî Amêrîm 47 û El-Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî, 42 kursî, piraniya kursiyên parlemana Iraqê bi dest xistin.