Tîrmeh 19, 2018 07:49 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê çend teqîn qewimîn

Li Kerkûkê li çend cihên cuda li pey hev çend teqîn qewimîn ku di encamê de çend kes birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê,  teqîn li Şorce, li ser rêya Bexda, cadeya Quds û Hîsabatê qewimîne. Herwiha şeva buhurî du topên hawên li nêzîkî nexweşxaneya zarokan a Kerkûkê ketine ku di encamê de pênc kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama hemû teqînan de 11 kes birîndar bûn.

Endamê Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji kanala Al Ahadê re ragihand: “Wesayîtek ji nav qerebalixê re derbas bûye û bombe û narincok avêtine. Piraniya teqînên vê şevê bi vê rêyê hatine encamdan.”

Navenda Ragihandinê ya Ewlehiyê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê li Kerkûkê li dijî "wan terorîstan" dest bi lêgerîneke berfireh kirine ku sê bombeyên dengî li ser rêya Rehîmawa – Şorîsce teqandine.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku sê bombeyên vedayî li ser rêya Bexdayê hatine teqandin û di encama teqînan de xelkê sivîl birîndar bûne.