Tîrmeh 18, 2018 10:47 Asia/Tehran
  • 22 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bakûra Iraqê hatine girtin

Navenda qumandihiya operasiyona Nêynewayê ragihand ku 22 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bakûra rojavaya Mûsilê hatine girtin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Muhemed El-Cebûrî berdevkê navenda qumandihiya operasiyona Nêynewayê li daxûyaniyekê ragihand ku 22 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bakûra rojavaya Mûsilê û li nav zincîre çiyayên El-Etşane û Badûçê hatine girtin. 

Bingehlên nûçan ragihandine ku hêzên istixbaratî yên Iraqê ev terorîstana girtine.

Cebûrî ragihand ku li destpêkê çek û sîlahên van terorîstan hatine istandin û paşê jî bona jêpirsînêî ewna bo navenda qumandihiyê hatine şandin.

Her çend piştî azadbûna parêzgeha Nêynewayî ji destê terorîstan ewlehiyekî heta hedekê li vê parêzgehê hakim bû lê rastî evaye ku operasiyona geyana li terorîstan li vê parêzgehê hîn jî berdewam e.

Bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê li Hezîrana 2017 ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bû.