Tîrmeh 16, 2018 18:03 Asia/Tehran
  •  Fuad Mesûm ser cihanîna xwestekên gelanî yên parêzgehên başûrê Iraqê sekinî

Piştî nerazîbûnên gelanî li parzêgehên başûrî yên Iraqê, taximek ji eşîretên iraqî tev serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî û li bara alûgurên Besrayê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Mêhr Newsê, nivîsgeha serokkomariya Iarqê bi daxûyaniyekê raghand: Duh yekşemiyê Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi taximek ji serokeşîrên parêzgeha  Besrayê li başûrê Iraqê bi serokatiya Ebdulselam El-Malikî, ser pêwîstiya çareserkirina destxwe û lezgîn a pirsgirêkên bingehîn  ên gel li vê parêzgehê teqez kir.

Fuad Mesûm li vê hevdîtinê bal kişand ser çareserkirina  pirsgirêka bêkariya xelkê Besrayê û destnîşan kir: Xwestekên  gelê parêzgehên  başûrê Iraqê divê cih werin.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê jî roja yekşemiyê li hevdîtina bi eşîrên  parêzgeha  Besrayê destnîşan kir: Armanca dewletê xizmetkirinabo xelkê Iraqê û xelkê Besrayê ye û dê bi zûtirkê bûca pêdivî terxanî xizmetkirinê û avedankirina  bajarê Besrayê terxan bike.

Li gor nûçeyeke din, Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, mîrê Kuweytê li peywendiya telefonî tev Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê ser amadetiya  welatê xwe bo alîkariya Iraqê ji bo derbasbûna  ji nearamiyên  niha li navçên başûrê vî welatî raghand û hêvî kir. Ewlehî û aşitî li Iraqê pêk were.

Li çend rojên buhurî hejmarek ji welatiyên iraqî li Besra û hin  bajarên din ên Iraqê bona protestokirina rewşa  aloz a xizmetkirin û bêkariyê xwenîşandan bi rê xistin.