Tîrmeh 14, 2018 13:01 Asia/Tehran
  • Êrişa neraziyên iraqî ser meqera hejmarek ji partiyên vî welatî

Medya iraqî vê sibê li bara êrişa hejmarek ji neraziyan ser meqera hejmarek ji partiyên iraqî li Mîsanê li başûr û Necefê li navenda vî welatî agahî dan.

 Li gorî rapora Wai News`ê, hejmarek ji xelkê nerazî êriş kirin ser meqera tevgera  Hikmeta Neteweyî li Necefê.

Her wiha hin medya erebî raghandin: Hejmarek  ji neraziyan jî îniyê şevê êriş kirin ser meqera  gurdanên Hiabullaha iraqê li Necefê.

Li gorî vê raporê, nivîsgehên  partiyên iraqî ji wan partiya El-Deweyê li parêzgeha Mîsanê jî ketiye ber êrişa  hin kesên nerazî.  Di heman demê de, çavkaniyên  nûçan raghandin ku  li nerazîbûnên roja îniyê li bajarên  curbicur ên Iraqê ji van Kerbela, Nasiriyê, Necef, Emarê û Besrê herîkêm kesek hat kuştin û 65 kes jî birîndar bûn. Li gorî vê raporê, xwenîşanderan  li dijî rêveberiya xirab û neşuxilandina  hêzên xwecî li şîrketên  niftî nerazîbûna xwe nîşan dan.

  Ev nerazîbûn ji nîva  heftiya buhurî li Besrê ku  piranî meydanên niftê ketine  wir û şîrketên   biyanî têde xebatê dikin, destpê bû.

 Xêncî viya li dirêjahiya  heftiya buhurî, bajarên  Nasiriye yên navenda  parêzgeha  Zîqarê û Kerbelayê jî hevgav şehedê xwenîşandana gelanî  ji bo protestokirina  kêmasiya  iliktrîk û avê ye.

 Ev dilgiraniya heye ku ger ev xwestek zûka cih neyên, ev nerazîbûn dê bipekin Bexdayê û dewleta Iraqê mîna  salên 2015`an û 2016`an  têxe ber pirsgirêkên cidî yên ewlehî û civakî.