Tîrmeh 14, 2018 11:04 Asia/Tehran
  • Amerîka baregeheka nû ya leşkerî li rojavaya Enbarê ava dike

Berpirsekî herêmî li parêzgariya Enbarê li rojavaya Iraqê qala hewildana hêzên amerîkî ji bo avakirina baregeha leşkerî li navçeyên rojhilata vê parêzgehê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Melûmeya Iraqê, Rayedarekî berpirs ku nexwest navê wî were birin, roja Şemiyê bal kişande ser liv û tevgerên hêzên amerîkî li nêzikî sînorê Iraq û Sûriyê tevî hebûna baregehên leşkerî yên amerîkî li navçeyên cûrbicûr li çolistana rojavaya Enbarê, got: Hîn armanca van hêzan a avakirina baregeha leşkerî ya pergalkirî bi alav û pergalên pêşketî yên leşkerî ron û diyar nine.

Li gorî vê raporê, Hêêzn maerîkî li rawestgeha trênê ya navçeya El Qaimê li sînorê Sûriye û rojavaya Enbarê her wiha dirêjahiya sînorê Sûriyê ne.

Rayedarekî agah li warê ewlekariyê yê Kuwêytê jî bal kişande ser dewama nerazîtiyên gelanî li Iraqê û got: Tevî hebûna ewlehiyê li her du welatan, Wezareta Karên Hundir a Kuwêytê jî hejmara hêzên ewlehiyê yên kuwêytî li sînorê Iraqê zêde kirin.

Pêştir jî kompaniya geştên esmanî ya Qeterê ragihand ku firrîna firokeyên xwe ber bi Necefê va ji îro anku Şemiyê va bi awayê demkî dane rawestandin.

Nerazîtiya welatiyên iraqî li Besre û hin bajarên din ên Iraqê li hemberî bêserûberbûna xizmetgihanî û bêkarbûna ciwanên iraqî derbasî roja xwe ya şeşem bûne.

Li pey nerazîtiyên gelanî derbarê kmbûna elektrîk û xizmetan li Iraqê, civîna awarte ya komîsiyona wezîrên ewlehiyê bi serokatiya Ebadî ji bo hilkolandina rewşa welêt hat damezirandin û li bajarê Necefê qedexetiya hatûçûnê hat ragihandin.