Tîrmeh 14, 2018 11:00 Asia/Tehran
  •  Lidarxistina civîna awarte ya ewlehiyê bi serokatiya  Ebadî

Nivîsgeha serokwezrê Iraqê li bara pêkanîna civîna awarte ya komîsyona wezîrên ewlehiyê yên vî welatî bi serokatiya Heyder Ebadî ji bo hilkolandina rewşa ewehiyê li başûrê Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora Al-Alamê, nivîsgeha  serokwezîriya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku komîsyona  wezîrên ewlehiyê yên Iraqê îniyê şevê civîneka  awarte bi serokatiya Heyder Ebadî fermandê hêzên çekdar ên Iraqê li dar xist.

 Li daxûyaniya  nivîsgeha  serokwezîriya Iraqê hatiye: Civîna  awarte bi armanca hilkolandina  rewşa ewlehiyê ya vî welatî hatiye lidarxistin.

 Di heman demê de, piştî lidarxistina  xwenîşandanê, polîsê Necefa Eşref a Iraqê,  qedextiya  hat û çûyînê ragahndiye.

 Al-Alamê ragihand ku çavkaniyên herêmî li bajarê  Necefa Eşref ragihand ku îniyê şevê ji ber derbasbûna neqanûnî ya xwenîşanderan bo nava  balefirgeha  Necefa Eşrefê, hemî firînên  navxweyî û derveyî bo Necefê û  berovajî ji ber hegerên ewlehiyê heya demeke  nediyar hatine rawestandin. Nerazîbûnên  welatiyên iraqî li Besrê û hin bajarên din ên Iraqê bona protestokirina rewşa aloz  û ne bi serûber a gîhandina xizmetan û bêkariya  ciwanên iraqî derbasî roja  şeşan a xwe bûye.

Televîziyona  lubnanî ya El-Meyadînê jî roja îniyê ragihand ku li encama pevçûna  navbera  hêzên polîs û neraziyan li parêzgeha  Mîsanê li başûrê Iraqê, nêzîkî 30 kes birîndar bûn.

 Pêştir Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê tev hejmarek ji kesayetiyên  parêzgeha  Besrê û serokeşîrên  wê hevdîtin pêk anî. Serokwezîrê Irqaê li vê hevdîtinê got: Hemî îmkanên  pêdivî ji bo raberkirina  xizmet û avedankirina  parêzgeha  Besrê dê werin terxankirin.

  Serokwezîrê Iraqê diyar kir: Bêyî ewlehiyê em nikarin Iraqê avedan bikin, aboriyê çêbikin û derfetên  kar û şuxilê pêk bînin.

 Emar Hekîm serokê Tevgera  Himkeya  Neteweyî ya Iraqê jî roja îniyê tev Hadî Amêrî serokê hevalbendiya  hilbijartinê ya El-Fathê li Bexdayê hevdîtin pêk anî û li bara  alûgurên  rojê yên Iraqê ji wan xwenîşandana  vê dawiyê li başûrê vî welatî gotûbêj kir.