Tîrmeh 13, 2018 21:15 Asia/Tehran
  • Destpêbûna operasyona hêzên iraqî dijî DAIŞ`ê li rojhilata Selahedînê

Hêzên iraqî operasyona xwe ya leşkerî dijî bargeh û endamên ser bi koma terorîst a DAIŞ`ê li rojhilata parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê destpê kirin.

Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, operasyona hêzên iraqî, sibeha îro bi armanca paqijkirina navçeya Metîbîcê û gundên derdora wê û herwiha rûxandina tûnêlên DAIŞ`ê û şopandina endamên ser bi vê koma terorîst destpê bûye.

Berî niha jî çavkaniyên xwecî yên li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê ragihandibûn ku endamên DAIŞ`ê vegeryane hin navçeyên Metîbîcê li ser sînorê di navbera parêzgehên Diyale û Selahedînê de.

Dewleta Iraqê 21`ê Kanûna sala 2017`an, bi dawîhatina hebûna leşkerî ya Koma Terorîst a DAIŞ`ê ragihand lê paşdamaiyên terorîstan, hin êrişan li ser hin navçeyên vî welatî cih tînin.

Her di vê çarçoveyê de, Şêx Seid El Şemerî, şêxekî eşîra Şemerê li parêzgeha Selahedînê li ser pêwîstiya teyarkirin û pergalkirina eşîran ji aliyê dewleta Iraqê ve ji bo berevaniya ji xwe ya li hember DAIŞ`ê pêgîrî kir.

El Şemerî herwiha got: Terorîstên DAIŞ`ê bi awayekî li dûhev eşîra Şemerê ji ber rola ku li şerrê dijî wan hebû, dikine armanc.