Tîrmeh 13, 2018 19:11 Asia/Tehran
  • Pêgîriya rayedarên Iraq û Urdinê li ser hevkariya cîhanî ya ji bo jinavbirina DAIŞ`ê

Serokwezîrê Iraqê û wezîrê karên derve yê Urdinê, li 29`emîn Civîna Serokên Welatên Endamê NATO`yê li Brûksêlê, li ser pêwîstiya hevkariya welatên cîhanê ji bo jinavbirina tam a terorîstên DAIŞ`ê li navçê pêgîrî kirin.

29`emîn Civîna Serokên Welatên Endamê NATO`yê (Saziya Peymana Atlantîka Bakûr), roja çarşemiyê li Brûksêla paytexta Bêljîkayê karê xwe destpê kir û duh pêncşemiyê karê xwe bi dawî anî.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Heyder El Ebadî, Serokwezîrê Iraqê, roja pêncşemiyê li Brûksêlê bal kişand ser pêwîstiya hevkariya civata cîhanî di çarçoveya bi dawîanîna şerrê dijî DAIŞ`ê li navçê û hebûna vê koma terorîst li Sûriyê û xwest ku hevkariya hevpar a dijî diyardeya şûm a terorîsmê ji rêya danûstandina agahiyan û hevkariya istixbaratî berdewam be.

Eymen Sefdî, wezîrê karên derve yê Urdinê jî li vê civînê, jinavçûna terorîsmê hewcedara çareseriya pevçûnan û kokbirbûna kêşeyan li navçê da zanîn û li ser şirîkbûn û hevkariya bi NATO`yê re ji bo serêxwegirtina ewlehî û aştî û aramiya navçê pêgîrî kir.

Wî herwiha bal kişand ser girîngiya hevkariya civaka cîhanî ji bo serêxwegirtina pêşketina hewldanên têkildarî bidestxistina rêçareya siyasî ya qeyrana Sûriyê û destnîşan kir: Welatî wî dijî hebûna komên terorîst yan her komeka nesûrî ye.