Tîrmeh 13, 2018 19:11 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh ya ji ber rewşa aboriyê, Ebadî ber bi Besrê ve kişand

Serokwezîrê Iraqê, piştî ku ji sefera bo Brûksêlê vegerya, ber bi parêzgeha Besrê ve çû ku niha xwenîşandaneka berfireh ji ber nerizamendiya li rewşa jiyana nebaş û nebûna xizmetên giştî têda birêve diçe.

Li gorî rapora Sûmeriye Newsê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, piştî beşdariya li Civîna Hevalbendiya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê li rex Civîna Serokên Saziya peymana Atlantîka Bakûr (NATO) li bajarê Brûksêl a paytexta Bêljîkayê, sibeha îro îniyê vegerya welatê xwe û demlidest çû parêzgeha sînorî û niftzêm a Besrê.

Nivîsgeha Ebadî bi weşandina daxuyaniyekê di vî warî de ragihand ku wî piştî ku gihîşte Besrê, li avahiya fermandetiya operasyonê, bi fermandeyên ewlehî û leşkerî re civîn pêk anî û li vê civînê jî rapora wan a tam û tekûz a li ser rewşa niha ya vê parêzgehê ku ketiye başûrê Iraqê wergirt.

Di van rojên dawiyê de navçeyên curbicur ên Besrê bûne şahidê lidarxistina xwenîşandana berfire a neraziyên ji ber rewşa jiyanê û xizmetên giştî û di encama van xwenîşandanan de jî ciwanek hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn ku ev yeka bû sedema hêrsbûna gel.

Ji hêla din ve, Ebdulmehdî Kerbelayî, nûnerê ayetulah Seyd Elî Sîstanî, merceê şîeyan, li xutbeyên nimêja îniyê ya vê hefteyê li Kerbelayê, got: Besre, demara aborî ya Iraqê û dergûşa şehîdan e, her ji ber wê biedlane nîne ku ji parêzgehên herî bêpar be.

Divê dewlet xwestekên xwenîşanderan cih bîne û bi cidîbûnê li hember gendelan tev bigere û kesên hêja bide xebatê.