Tîrmeh 13, 2018 19:10 Asia/Tehran
  • Deng bi destan hatin hejmartin, encamên sandiqên Hewlêrê eynî derketin

Çavkanîyeke haydar ragihand ku dengên zêde ji 100 sandiqên dengdanê yên hilbijartinên parlimanî yên vê dawîyê yên Iraqê li Hewlêrê ji nû ve bi destan hatin hejmartin ku encamên vê yekê tam li gorî encamên hejmartina dîcîtal bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpressê, çavkanîyeke haydar li hevpeyvîna digel Bexdad Al Yewmê ragihand ku Komsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê heta niha dengên 125 sandiqên dengdana li hilbijartinên parlimana vî welatî li parêzgeha Hewlêrê ji nû ve bi destan hejmartin.

Li gorî vê raporê, ji nûve hejmartina bi destan a dengên sandiqên hanê bi amadebûna nunerên NY û hin partîyên sîyasî pêk hat û nunerên hin partîyên opozosyonê ji cihê hejmartina dengan derketine lê encamên hejmartina bi destan û encamên hejmartina dîcîtal wekhev bûne.

Çavkaniya hanê ji bilî rahihandina vê yekê ku pêvajoya hejmartina bi destan a li Hewlêrê, îşev û piştî ji nûvehejmartina 212 sîndûqên dengên parlimanî yên vê dawiyê yên Iraqê wê bi dawî bê, pêgîrî kir ku qifila hin sîndûqan hatine işkandin û ser wan jî hatine mûmkirin.

Ev çavkaniya agehdar herwiha ragihand ku dadwer û karmendên komîsyona hilbijartina Iraqê, piştî Hewlêrê wê herine Dihokê ta ku dengên 300 sîndûqên ku li vê parêzgehê li ser wan nakokî û nerizamendî hebûn jî bi destan werine hejmartin.