Hezîran 25, 2018 14:10 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî: tevdîrên lezgîn ji bo jinavbirina komên têrorîst cih hatine

Serokwezîrê Iraqê li civîna digel fermandarên ewlehî û leşkerî yên Iraqê ragihand: Kar û kiryarên lezgîn ji bo sekinîna li hemberî têrorîstên ku li derdora bajaran kiryarên têrorîstî pêk tînin, cih hatine.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê Sûmiriyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li vê civînê destnîşan kir: Li pey pêkanîna oêrasiyonên taybet ji bo sekinîna li hemberî kar û kiryarên têrorîstî li derdora bajaran, hêzên ewlehkariyê karîne hejamreka têrortîstan bişopînin û bigirin.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Serketinên girîng ên hêêzn ewlehiyê yên Iraqê li warê sekinîna li hemberî têrorîstên DAIŞê li Sûriyê bûye sebeb ku ewna opêrasiyonên li ser riyan cih bînin, lê hêzên ewlehiyê bi hişyarî li pey sekinîna li hemberî wan in.

Heyder Ebadî bi bîr xist: Qeyranên ku li Iraqê qewimîne, dê qet li ser hêza vî welatî ya derbasbûna ji pirsgirêk û kêşeya têrorîsmê bandorê neke.

Dewleta Iraqê meha Kanûna sala 2017an qala bidawîhatina hizûra leşkerî ya koma têrorîst a DAIŞê kir; Lê bermayiyên vê koma têrorîst bi awayê perrate li hin deverên Iraqê êrîşan cih tînin.