Dewama operasyona hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dijî terorîstan
Di dewama operasyona li dijî terorîstî ya artêşa Iraqê li cihên curbicure vî welatî sê endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê li rojava parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê, hatin desteserkirin.
Li gorî rapora îro ya pêncşemiyê ya someriye Newsê, her wiha Hemd Namis El-Cebûrî, serokê polîsê parêzgeha Neynewayê li bakurê iarqê raghand: dayira polîsê navça El-Reşîdiyê, komeke ser bi terorîstên DAIŞê li gundê şêx Muhemed li kêleka çemê Firatê li rojava Mûsilê destser kir.
Hêzên iraqî hewldana terorîstên tekfîrî ku dixwestin ku bi teqîna çend bombeyan, navçeyeke li rojava Enbarê bidin ber êrişan, bêencam hiştin.
Li gor nûçeyeke din, Hemîd El-Delîmî, endamê konseya valîtiya Enbarê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li navça Raweyê li rojava El-Remadiyê tûnêleke nepenî yên terorîstên DAIŞ`ê ku zêde ji 400 pirtûkên dîrokî yên rewandî têde dihatin xweyîkirin, keş kirin.
Malpera nûçan a Mewazîn Newsa Iraqê ji zarê çavkaniyên herêmî raghand: Endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê, şeş bazirganên iraqî li rojava parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê rewandin û guhestin ciheke nediyar.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî demlidest operasyona lêgeriyê destpê kirin.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicure vî welatî de hene û bi awayekî berbilav operasyonên terorîstî cih tînin.