Hezîran 21, 2018 10:16 Asia/Tehran
  • Ebadî têkildarî hewildana têrorîstan ji bo ketina nav Iraqê hişyarî da

Serokwezîrê Iraqê derbarê hewildana têrorîstan ji bo ketina nav sînorên vî welatî de hişyarî da.

Li gorî rapora malpera Elnashra`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî hewildana têrorîstan ji bo ketina nav sînorên Iraqê û pêkanîna têrorê bêencam zanî û got: Tu hevdengîyek di navbera Enqere û Bexdayê têkildarî opêrasyona niha ya Tirkîyê li sînorên her du welatan de tineye.

Ebadî herwiha got: “Em nahêlin ti çalakiyeke leşkerî ji Iraqê ve, bi taybetî ji aliyê PKK ve li dijî Tirkiyê were kirin, di heman demê de jî em ji Tirkiyê daxwaz dikin ku rêz li serweriya Iraqê bigre.”

Ebadî li ser karûbarên hikûmeta Iraqê jî got ku piştî temambûna dema yasayî ya parlementoyê jî, hikûmet dê karên xwe bidomîne.

Serokwezîrê Iraqê têkildarî mijara hilbijartinên parlimana vî welatî ji alîyên sîyasî xwest ku rêzê li destûra bingehîn a v îwelatî têkildarî mijara hilbijartinên parlimanê bigirin.