Hezîran 19, 2018 14:04 Asia/Tehran
  •  Gurdanên Ehlê Heqê: Emerîka û Îsraîl hegera êrişa hewayî ser hêzên Heşda Şebî

Gurdanên Ehlê Heqê yên Iraqê raghandin ku Emerîka û Îsraîl sebebkarê êrişa hewayî ser hêzên Heşda Şebî li sînorê navbera Iraq û Sûriyê ne.

 Li gorî rapora kanala lubnanî ya Meyadînê, gurdanên  Ehlê Heqê yên Iraqê îro sêşemiyê bal kişandin ser vê yekê ku balefirên  sebebkarê êrişa ser hêzên Heşda Şebî, emerîkî yan îsraîlî bûn û destnîşan kir êrişa hewayî ser hêzên iraqî û sûrî li navçên sînorî yên her du welatan êrişa ser van hêzan bû ku li halê rawestana li ber komên terorîstî bûn.

 Gurdanên Ehlê Heqê destnîşan kirin ku êrişa ser hêzên iraqî ku bi awayekî li Sûriyê de bûn, piştgiriya  sebebkarên vê êrişê ji komên  terorîstî diselimîne.

 Gurdanên Ehlê Heqê destnîşan kirin destnîşan kir: Ji bo dabînkirina  ewlehiya sînorên Iraq û Sûriyê, divê dewleta Iraqê tivdîrên pêkan ji bo peydakirina  sebebkarê vê cinayetê di demlidest berçav bigre.

 Rêxistina  Heşda Şebî ya Iraqê raghand ku yekşemiyê şevê, balefireke emerîkî meqera tîpên  45 û 46 a vê rêxistinê ku erkdariya  berevaniya ji  hêla sînorî b Sûriyê re dike bi du mûşekên  kontroldar da ber êrişan ku li encama wê 22 kes hatin kuştin û 12 kesên din birîndar bûn.