Sekinîna ser damezrandian dewleta nû ya Iraqê bêyî mudaxila biyaniyan
Yek ji endamên Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê bi serokatiya Seyd Emar Hekîm, ser pêwîstiya guhnedana ser zext û zorên biyaniyan ji bo damezrandian dewleta nû ya Iraqê sekinî.
Huseyn El-Mesûdî roja duşemiyê li gotûbêja bi El-Qed Pressê destnîşan kir: Divê bi lidarxistina yekim civîna meclisa nûneran û bijartina serokên sê hêzan li Iraqê pêşiya bandora derve û navçê ser pêvajoya damezrandian dewleta nû were girtin.
Seyd Emar Hekîm, serokê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê pêştir daxwaza lezgînkirina pêkanîna fraksiyona parlemanî bo damezrandina dewleta piraniya neteweyî û destpêkirina gîhandina xizmetan bo gelê Iraqê û rawestana li ber gendeliyê kir.
Hilbijartinên parlemanî yên Iraqê şemiyê 12 Gulana 2018` an bi beşadriya nêzîkî 11 milyon iraqiyan û bi beşadriya sedî 44'ê gel hat lidarxistin.