Hezîran 18, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Hadî Amirî: Em ligel Hevpeymanîya Sairûnê hewil didin hebûna hêzên amerîkî li Iraqê bi dawî bînin

Li gorî rapora malpera Standerê, Hadî Amirî serokê Hevpeymanîya Fethê ragihand ku têkildarî mayîna hêzên amerîkî li Iraqê nêrîna wî wek ya Muqteda Sedir e.

Serokê Hevalbendîya Fethê herwiha got ku ew ligel Hevalbendîya Sairûnê ji bo bidawîanîna hebûna hêzên amerîkî li Iraqê hewil didin û li gorî nêrîna wan mayîna hêzên amerîkî li Iraqê gefek li hemberî pêşeroja Iraqê û demajoya sîyasî ya vî welatî ye.

Ev gotinên serokê Hevalbendîya Fethê li halekî ne ku wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê di meha Sibatê de gotibû ku tê payîn hêzên amerîkî heta 20 salên din li Iraqê bimînin