Hezîran 18, 2018 17:09 Asia/Tehran
  • Hêzên Heşdi Şeibîyê li Sûrîyê êrişî çeperên DAIŞ`ê kirin

Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê êrişî çeperên DAIŞ`ê yên li sînorên vî welatî û Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora kanala Al Mayadeen`ê, Navenda ragihandinê ya Hêzên Heşdi Şeibî îro ragihand: Di encama êrişa bi topan a hêzên Heşdi Şeibîyê ser çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li sînorên hevpar ên Iraq û Sûrîyê de, derbên giran li têrorîstên vê komê ketin.

Ji hêla din ve Firdews Ewadî parlimantera iraqî bal kişand ser êrişa şeva buhurî ya Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê ser şarê Herî li nêzîkî sînorê Sûrîye û Iraqê ku di encamê de bi dehan kes bûn gorî, pêgirî li ser derketina hêzên amerîkî ji Iraqê kir.

Li gorî rapora Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê di encama êrişa şeva buhurî ya Hevalbendîya Navnetewî li nêzîkî sînorê rojhilata Sûrîyê digel Iraqê de nêzî 40 hêzên hogirê dewleta Sûrîyê hatin kuştinê.