Hezîran 17, 2018 19:22 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya Malikî û Sedr ji aliyê berdevkê Sedr ret bû

Berdevkê bereya Sedr wekî serketiyê hilbijartina parlemanî ya Iraqê hevalbendiya bereya Dewleta Qanûn bi serokatiya Nûrî Malikî û hevalbendiya Sairûn û Feth ret kir.

Li gor rapora IRIB Newsê, Berdevkê bereya Sedr wekî serketiyê hilbijartina parlemanî ya Iraqê nûçeya belavbûyî li nav medyayên vî welatî li bara hevalbendiya bereya Dewleta Qanûn bi serokatiya Nûrî Malikî û hevalbendiya Sairûn û Feth ret kir û ragihand ku nûçeyên wiha derewin.

Ziya El-Esedî berdevkê nivîsgeha siyasî ya bereya Sedr li daxûyaniyekî medyayî ragihand ku Medyayên Iraqê nûçeya hevalbendiya dewleta Qanûn bi hevalbendiya Sairûn û Feth bi derew belav kirine û ev nûçeya ji zarê min jî belav kirine.

Ziya El-Esedî  herwisa got: Xwesteka Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û serokê hevalbendiya Nesr bona birêketina gotûbêja di navbera feraksiyonên siyasî yên Iraqê tenê babetekî medyayî bû û pilanekî micid û rastîn li vê barê nehatiye danîn.

Esedî li ser hevalbendiya navbera Feth û Sairûn jî got: Ev hevalbendiya gor rêketina li ser çêkirina reforman û pêkanîna dewletekî nû goreyî nêhrînekî nû pêk hatiye û gotûbêjên du aliyan destpê bûne lê hîn em negihêştine encama pêkanîna hevalbendiyekê û gotûbêj hîn berdewamin û deriyên gotûbêja tev dewleta qanûn jî vebûne.

Wî got: Me pêşniyar nedaye ku kî bibe serokwezîrê Iraqê û hîn li ser babetên sereke tev aliyên siyasî yên iraqî diaxivin û paşê li ser behsa bijartina serokwezîr û postên dine nav Iraqê dê gotûbêjê bikin.