Girtina yek ji sebebkarên cinayeta Spaykerê li Tekrîta Iraqê
Dayira lêzanînên leşkerî ya Iraqê li bara girtina yek ji sebebkarên cinayeta Spaykerê li derbasgeha başûrê Tekrîtê agahî da.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê malpera Someriye Newsê, Dayira lêzanînên eskerî ya Iraqê raghand: Hêzên îstixbaratê li fermandetiya operasyona operasyona Selahedînê li saya lêzanînên hûr û kûr û kemînên xurt û hevgavê çaremîn salvegera cinayeta Spaykerê, karîn ku yek ji terorîstên sebebkarê vê cinayetê li ber derbasgeha başûrê Tekrîtê bigrin.
Dayira lêzanînên eskerî ya Iraqê her wiha raghand: Kesê hanê yek ji sebebkarên cinayeta spaykerê ye ku li encama wê bi sedan kes ji xelkê bêguneh hatin kuştin. Wî karî ji zindanê Tesfîratê ya Selahedînê bireve û li gor ehkamê xala 4/1 a terorîzmê hat şandin bo dadgehê.
DAIŞ`ê bi sedan kes ji fêrkar û xwendekarên eskerî li navenda Spaykerê li bakurê bajarê Tekrîtê dema serdestiya ser vê navçê li nîva Tîrmeha 2014`an beriya ku hêzên iraqî bikaribin wê bistînin, îdam kir.