Ebadî: Me ji bo PKKê bi Tirkiyê re li hev nekiriye
Hezîran 14, 2018 12:42 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya Bexdayê de, li ser mijara operasyona Qendîlê ya Tirkiyê daxuyanî dan.
Ebadî diyar kir ku ew mijarê ji nêzîk ve dişopînin û got, "Çiyayê Qendîlê ji salên 1960 û 70yî ve bi kêşe ye. Lewra ew çiya gelekî asê û tevlîhev e. Hikûmetên beriya niha jî nekarîne kontrola Qendîlê bikin."
Heyder Ebadî herwiha destnîşan kir ku wan li ser mijara PKKê bi hikûmeta Tirkiyê re li hev nekiriye û wiha axivî: "Derbarê PKKê de bi Tirkiyê re rêkeftinek çênebûye. Me li ser vê mijarê gotûbêj nekirine û em negihîştine asta hevkariyê."