Hezîran 13, 2018 12:18 Asia/Tehran
  • Neyariya Ebadî digel birêxistina dubare ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê

Serokwezîrê Iraqê li civîna sêşemêşev a taxima dewletê ragihand ku parliman û dewleta Iraqê desthilat û hêjatiya îbtalkirina encama hilbijartinan tunene.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Heyder El Ebadî Serokwezîrê Iraqê hişyarî da ku ew kesên ku bixwazin li ser riya proseya siyasî li nav vî welatî manê û berbendan çê bikin dê werin sizakirin.

Heyder El Ebadî  li bara bûyera agirpêketina depoyên sîndûqên dengan got: Rapora destpêkê ya lêkolînên têkildarî agirpêketina li navenda xwedîkirina sîndûqên dengan, nîşan dide ku ev bûyer bi qesd bûye. Wî pêgîrî kir ku dewletê komîteyek ji bo vergirtina şikatên xelkê yên li ser sebebkarên pêkanîna pirsgirêkan li hilbijartinan pêk aniye.

Piştî agirpêketina li navenda xwedîkirina sîndûqên dengan li Bexdayê birek ji şexsiyetên iraqî yên siyasî xwestine ku bila hilbijartina parlemanî li vî welatî ducarî birê keve.

Çend roja piştî xwesteka parlimana Iraqê ya ji bo ji nûvehejmartina dengên hilbijartina vê dawiyê ya li vî welatî, depoyeka tijî nîvê sîndûqên dengên Bexdayê, agir pê ket.