Destpêbûna lêkolînan ya ser şewitandina embara dengan li Bexdayê- Bi zûtî
Wezîrê karên hundir ê Iraqê raghand: Rayedarên ewlehiyê dê bi zûtirkê lêkoklînên xwe ser agirpêketina embara dengên hilbijartina parlemana Iraqê destpê bikin.
Li gorî rapora Someriye Newsê, beriya raghandina destpêbûna van lêkolînan ji aliyê Qasim El-Ercî, wezîrê karên hundir ê Iraqê, Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî şeva buhurî daxwaza lêkolîn û raberkirina raporeke tam û tekûz ser hegerên vê bûyerê kir.
Navenda herî mezin a xweyîkirina sindûqên dengên hilbijartinên parlemanî yên vê dawiyê li Iraqê li Bexadyê, berêvara roja yekşemê agir pê ket û tam di êgir de şewitî.
Ev bûyera li halekê qewimî ku li gorî pêşnûmaya parlemana Iraqê biryar bû roja çarşemê hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên vê dawiyê yên vî welatî ji bo xatircembûna ji rastbûna encamên raghandî destpê be.
Parlemana Iraqê piştî ku Heyder Ebadî li bara hitmala qewimîna sextekariyên berfireh li hilbiajrtinên vê dawiyê yên parlemana Iraqê agahî da, fermana hejmartina dengên vê hilbijartinê da.
Çarmeîn hilbijartinên parlemana Iraqê, 12 Gulanê bi awayê elektronîkî cih hat lê belgên dengdayînê jî piştî tomarkirinê tên xistin nava sindûqa dengan.