May 25, 2018 11:20 Asia/Tehran
  • Heft xwekuj li Kerkûka Iraqê hatin kuştinê

Efserê lêgerîna istixbaratî ya Iraqê li parêzgeha Kerkûkê (Bakurê Iraqê) berbanga Îniyê got: Heft xwekujiên koma têrorîst a DAIŞê piştî dorpêçbûna li gundê El Ceferiyê li navçeya El Riyazê, madeyên teqemeniyê yên girêdayî bi xwe teqandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Efserê lêgerîna istixbaratî ya Iraqê li parêzgeha Kerkûkê, Hesen Mihemed El Sufî got: Piştî wê ku Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî yên Hevîcê û Polîsê dewleta navendî lin gorî agahiyên lêgerînê yên deqîq têrorîstên DAIŞê li navçeya El Riyazê dorpêç kirin, têrorîstan yek li pey yê din madeyên teqeandinê yên girêdayî bi xwe teqandin.

Li gorî gotina Sufî DAIŞiyek jî dema revînê hat kuştin.

Li vê opêrasiyonê çar kes ji hêzên Heşdê Şeibî jî birîndar bûn ku derdem bo nexweşxaneya Kerkûkê hatin veguhestin.

Hêzên artêşa Iraqê kontrola bajarê Kerkûkê di roja 16ê Cotmeha 2017an da ku pêştir di destê hêzên Pêşmerge da bû, bi dest xistin.