May 25, 2018 11:20 Asia/Tehran
  • Komxebatek ji bo hilkolandina encamên hilbijartina Iraqê hat damezirandin

Serokwezîrê Iraqê qala damezirandina komxebatekê ji bo hilkolandina gazindeyên têkildarî sextekariyên hitmalî li hilbijartina parlimanî ya Iraqê kir.

Li gorî rapora Fars News'ê ji zarê ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê êvara Pêncşemiyê got: Komîsiyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê ev komxebat ku pêkhatî ji sziyên ewlehî, dadwerî û çavdêriyê ye bi armanca hilkolandina skala û gazindeyên li warê sextekariyên hitmalî û îdiayî damezirandiye û ev komxebat dê bi zûtirkê xebata xwe dest pê bike.

Biryar bû parlimana Iraqê roja Pêncşemiyê bi mebesta hilkolandina hilbijartinê û hejmartina ji nû ya dengan li ser daxwaza hin partiyên iraqî civînekê li dar xîne; Lê ji ber ku hejmara parlementeran negihîşte asta pêwîst, ev civîn hat betalkirin.

Hejmareka parlementerên parêzgeha Kerkûkê û hin parêzgehên din ên Iraqê daxwaza vedîtina sindoqên dengan kirine.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Li gorî ragiahndina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.

Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.