May 23, 2018 11:18 Asia/Tehran
  • Tevgera Sedr: Emê teslîmî xwestekên Amerîkayê nebin

Berpirsê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Sedr a Iraqê destnîşan kir:Tevgera Sedr û hevpeymanên din ên iraqî ewqasî cangorîtî û têkoşîn nekirin ku îro bixwazin li hemberî meyl û xwestekên Amerîkayê bejna xwe bitewînin.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Berpirsê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Sedr a Iraqê, Ziya El Esedî li gotûbêja bi kanala têlêvîziyoniya El Meyadînê got: Siyaseta Irqê divê yenê ser esasa pîvanekê were diyarkirin û ew jî berjewendiyên Iraqê her wiha berjewendiyên welatên cînar û hebûna pêwendiya hevseng bi wan ra ye û tu cîgehek ji bo qebûlkirina xwestekên Amerîkayê li Iraqê tune.

Berpirsê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Sedr a Iraqê, Gotinên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî li ser Îranê nepejirandî da zanîn û got: Îran ş Iraq xwedan berjewendiyên hevpar ên dîrokî, çandî, civakî, aborî  û ticarî bi hev ra ne û em dê nema tiştên ku aliyên din li vî warî da li ser me disepînin, bipejirînin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo roja Duşemiyê li axaftineka tijî tawanên bê bingeh dijî Îranê û ragihandina stratijiya nû ya Waşîngtonê derheq Têhranê ragihand: Amerîka piştî derketina ji Lihevkirina Atomî li dû girankirina zexta malî û boykotên kêmdîtî li dijî Îranê ye.