May 18, 2018 09:55 Asia/Tehran
  • Xebata Hekîm û Sedr bona dewleteke derve firqeyî

Emar Hekîm serokê Bereya Hikmeta Netewî û rêberê hevalbendiya hilbijartinî ya El-Hikme û Muqteda Sedr serokê bereya Sedr û rêberê hevalbendiya hilbijartinî ya Sairûn ragihandin ku dil hene dewleteke derve firqeyî li Iraqê damezirînin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Emar Hekîm serokê Bereya Hikmeta Netewî û rêberê hevalbendiya hilbijartinî ya El-Hikme û Muqteda Sedr serokê bereya Sedr û rêberê hevalbendiya hilbijartinî ya Sairûn piştî hevdîtina xwe ya duh pêncşemê li Necefê li Press konferansekê ragihandin ku ew bi hev ra rêketine ku dewleteke derve eşîreyî û derve firqeyî li Iraqê pêk bînin.

Muqteda Sedr serokê hevalbendiya Sairûn ku korsiyên herî zêde li hilbijartina parlemanî ya Iraqê aniye dest pêncşemê şev ser pêkanîna dewleteke Demokratîk û Teknokerat destnîşan kir.

Emar Hekîm jî li vê Press konferansê bal kişande ser viya ku dewleta nû ya Iraqê dewleteke derve eşîreyî ye û got: Pêkanîna dewleteke bi hêz ku dûr be ji babetên eşîreyî tenê riya bersivdana bo xwestekên welatiyên iraqî ye.

Hekîm got: Hevalbendiyên Sairûn û Hikme bi aliyên dine serketî li hilbijartina parlemanî ya Iraqê bona pêkanîna dewletê dê gotûbêjê bikin.

Li hilbijartina parlemanî ya Iraqê,Komên kurdî li ser hev derdora 60 kursî, hevalbendiya Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedr 54 korsî, Feth bi serokatiya Hadî Amirî 47 korsî, Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî 43 korsî, dewleta Qanûn bi serokatiya Nûrî malikî 25 korsî, El-Veteniye bi serokatiya Eyad Elawî 22 korsî, Bereya Hikmet bi serokatiya Emar Hekîm 19 korsî û El-Qerar bi serokatiya Usame Nucêyîfî 13 korsî anîne dest.

Serokê Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, Riyaz Bedran roja çarşemê hev rê digel endamên din ên vê komîsiyonê li konfêranseka çapemeniyê ragihand: Ji bo hilkolandina zêdetir a dengan li hin navçeyan her wiha negihîştina agahiyên hin sindoqan heta vê kêliyê ji wan neşandina dengan ji 186 navendên wergirtina dengan liparêzgeha Kerkûkê, encamên dawiyê yên Hilbijartinê dê heta du rojên din werin diyarkirin û ragihandin.

Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ragihand: Hejmartyina dengên sindoqêîn ku encamên wan  bi şik û guman bû, li cihê nîşangeha navneteweyî ya Bexdayê didome.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.