Encamên hilbijartinên parlimana Iraqê wê 2 rojên din bên ragihandin
Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand ku hin navendên dengwergirtinê hela hejmara dengan ji bo vê komsyonê neşandine lewma, li gorî ihtimaleke zêde encamên tam û teqil dê heta 2 rojên din bên ragihandin.
Li gorî rapora FARS NEWS`ê, Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand ku encamên tam û teqil ên hilbijartinên parlimana vî welatî yê heta 2 rojên din bên ragihandinê.
Berdevkê vê komsyonê li civîneke rojnamevanîyê got ku 186 navendên dengwergirtinê hela encama hejmartina dengan ji Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê re neşandine.
Li gorî gotina berdevkê vê komsyonê, kesên çekdar êrişî navenda dengwergirtinê ya li Kerkûkê kirine û hejmarek karmendên vê komsyonê rehîn girtine.
Hin partîyan nerazîbûna xwe li hemberî encamên hilbijartinan li parêzgeha Kerkûkê nîşan dane û xwestine ku deng ji nû ve û bi destan bên hejmartin lê tevî razîbûna Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ev kara nehatîye kirin.
Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ji Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî jî xwest ku pêngavên pêwîst ji bo piştgirîya ji karmendên vê komsyonê rake.