7 Kuştî û 25 birîndar li encama êrişa întiharî ser merasimeke serxweşiyê li bakurê Bexdayê
kesekî întiharî bi êrişa ser merasimeke serxweşiyê li bakurê Bexdayê li bajarê El-Tarimiyê yê Iraqê û teqandina kemberê teqînê li vê merasimê, bû sedem 7 kes werin kuştin.
Li gorî rapora Fars Newsê, medya iraqî li bara êrişa terorîstî li yek ji bajarên Iraqê agahî da.
Kanala Someriye Newsê raghand ku întiharekî xwe li merasimeke serxweşiyê li bakurê Bexdayê teqandiye ku li encama wê çend kes hatine kuştin û an birîndar bûne.
Vê kanalê ji zarê çavkaniyekê ku nexwest navê wê were rakirin, amarên ewilî yên goriyên vê êrişa întiharî 7 kuştî û 20 birîndar raghandiye.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku hêzên ewlehiyê û gîhandina alîkariyê ji bo hilkolandina bûyerê û karê gîhanina alîkariyê bo birîndarên bûyerê hatine şandin bo navçê.
Bjaraê Tarimiyê navenda bajareekî hema bi vê navê bûye û ketiye bakurê Bexdayê, paytexta Iraqê.
Hîn kesekî an komekê berpirsiyariya vê êrişa terorîstî nedaye istûyê xwe û ji ber îdeta teqînê, hitmala zêdebûan hejmara goriyên bûyerê jî heye.