May 16, 2018 18:25 Asia/Tehran
  •  Muqteda Sedr destwerdana Emerîkayê li karûbarên Iraqê rexne kir

Rêberê tevgera Sedrê ya Iraqê û serokê hevalbendiya Sairûnê her cure mudaxila nûnerê Emerîkayê li karûbarên Iraqê kirêt da zanîn.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Muqteda Sedr serokê tevgera sedrê ya Iraqê û serokê hevalbendiya  Sairûnê li bara beşdariya  nûnerê Emerîkayê li karûbarên Iraqê û rola wê li pêvajoya operasyona siyasî li qonaxa pêşerojê got ku mudaxila nûnerê emerîkî, meseleyeke kirêt e.

 Wî got: Hizûra nûnerê Emerîkayê li Iraqê ne ecêb e lê mudaxila wî li karûbarên Iraqê karekî kirêt e.

 Bêrt Mek Gork nûnerê Donald Trump li hevalbendiya emerîkî  ya qaşo li dijî DAIŞ` ê û Daglas Sulêyman balyozê Emerîkayê li Iraqê vê dawiyê tev hejmarek ji berpirsên  iraqî mîna  seyd Emar Hekîm rêberê tevgera El-Hikme û Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê hevdîtin pêk anîn.

 Li gorî rapora RT`yê, emerîkiyan her wiha hin muzakire li Hewlêrê bi armanca nêzîkkirina  partiyan û tevgerên siyasî yên kurd cih anîn.

 Li gorî van raporan. taxima emerîkî li hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re ser giringiya  yekitiya  hewlêstên aliyên kurd û rola  wê y akêrhatî li kêleka  tevgerên siyasî yên serketî li hilbijartinê ji bo pêkanîna  kabîna nû teqez kirin.