May 16, 2018 17:29 Asia/Tehran
  • Ebadî: Hejmartina dubare ya dengan a bi destan, dê alîkarîyê bide vegerandina aramîyê li Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku heke deng ji nû ve bi destan bên hejmartin û Komsyona Bilind a Hilbijartinan serederîyeke dadperwerane digel gilînameyên raberbûyî bike, dê aramî bizvire Kerkûkê.

Li gorî rapora Kanala Rûdawê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro wek berteka li hemberî nearamîyên piştî ragihandina encamên hilbijartinên parlimanî li Kerkûkê û xwenîşandanên berdewam li vê parêzgehê got: Pirsgirêka ser dengên hilbijartinên parlimanê li Kerkûkê dikare bi jinûvehejmartina dengan a bi destan bê çareserkirinê.

Ebadî herwiha got: Hejmarek parlimanterên parêzgeha Kerkûkê û parêzgehên din ên Iraqê dixwazin ku sandiqên dengan û alavên tomarkirina dengan bên hilkolandin û venihêrînê û Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê divî zûka vî karî bike û bi amadebûna çavdêrên komên sîyasî yên curbicur û nerazî, mesele bên hilkolandin û pêngaveke dadperwerane di çarçova hilkolandina gilînameyên têkildarî hilbijartinan rake.

Ji hêla din ve Kamil Zêydî endamê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi serokatîya Nûrî Malikî li parlimana Iraqê, basa lihevkirinên seretayî digel Hevalbendîya Fethê bi serokatîya Hadî Amirî ji bo pêkanîna hevalbendîyeke mezintir û muzakira digel partîyên kurdan û suneyan bi merema tevlîbûna li vê hevalbendîyê kir.

Zêydî herwiha têkilîya bi YNK û Hevalbendîya ji bo ÊDmokirasî û Dadperwerîyê bi serokatîya Berhem Salih û bereyên sîyasî yên sune ji bo pêkanîna hevalbendîya pirranîya sîyasî ya netewî piştrast kir.

Hilbijartinên parlimana Iraqê roja şemî 12`ê Gulanê bi pişkdarîya nêzî 11 milyon iraqîyan û bi asta pişkdarîya zêde ji sedî 44 hatin lidarsxistinê. 320 partî, hevalbendî û lîsteyên hilbijartinan li van hilbijartinan ketin riekberîyê.