May 15, 2018 16:48 Asia/Tehran
  • Fuad Meisûm kuştina bi dehan welatîyên filistînî bi destê Israîlê, şermezar kir

Serokomarê Iraqê li daxûyanîyekê wek piştgirîya ji mafên destûrî yên gelê Fiilstînê, şehîdkirina bi dehan welatîyên filistînî bi destê eskerên israîlî, şermezar kir.

Gelê Zîvala Xezzê duh hevgavê vekirina balyozxana Amerîkayê li Qudsa dagirbûyî û herwiah bi boneya salroja dagirbûnîa Fiilstînê (15 Gulanê) xwenîşandanek lidar xistin ku di encama êrişa leşkerên Sîyonîst ser wan de 59 filistînî hatin şehîdkirinê û 2771 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê (MEHR NEWS), Fuad Meisûm serokomarê Iraqê pêngaveke lezgîn ji hêla civaka cîhanî ji bo piştgirîya ji gelê Filistînê li hemberî êrişên Rêjîma Sîyonîst pêwîst zanî û pêgirî li ser piştgirîya Bexdayê ji mafên tam û rewa yên gelê Filistînê ji wan mafê pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê bi paytextîya Qudsê kir.

Fuad Meisûm herwiha got: Iraq li dijî bikaranîna zorê li hemberî her cure xwenîşandana biaştî ku têda mafên rewa û dadperwerane yên gel tên hilêxistinê ye.

Serokomarê Iraqê herwiha kiryara Amerîkayê ya veguhestina balyozxana vî welatî ji Tel Avîvê bo Qudsa dagirbûyî rexne kir û got: Ev kiryara binpêkirina aşkira ya qanûnên navnetewî û biryarên NY ye û mafên gelê Filistînê binpê dike.