Pêşengiya hevalbedniya ser bi Muqteda Sedr li hilbijartinên Iraqê
Komîsyona hilbijartinên Iraqê li bara pêşengiya hevalbendiya Sairûnê ser bi Muqteda Sedr li hilbijartinên vî welatî agahî da.
Li gorî rapora Reuters'ê ji Bexdayê, komîsyona hilbijartinên Iraqê siba sêşemiyê raghand ku bi hejmartina sedî 91` ê dengan li 16 parêzgeh ji 18 parêzgehên vî welatî, hevalbendiya Sairûnê ser bi Muqteda Sedr dengên zêdetir bi dest xistine.
Komîsyona hilbijartinên Iraqê her wiha diyar kir: Li Parêzgeha Necefê, hevalbendiya Sairûnê, hevalbendiya Fethê (ser bi Hadî Amirî) û hevalbendiya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadî di rêzê de di pila ewil heya sisyan in.
Li gorî rapora komîsyona hilbijartinên Iraqê li parêzgeha bakurî ya Neynewayê, hevalbendiya Nasrê bi serokatiya Heyder Ebadî û Partiya Demokrat a Kurdistana vî welatî di rêzê de li pila ewil û dudiyan de ne.
Li parêzgehên kurdnişîn ên Silêmaniyê û Hewlêrê jî di rêzê de Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanî û Partiya Demokrata Kurdistanê di rêzê de li pila ewil û dudiyan de ne.
Hilbiajrtinên parlemanî yên Iraqê roja şemiyê bi beşdariya zêde ji 11 milyon iraqiyan û bi beşdariya zêde ji sedî 44'ê hat lidarxistin.
Li hilbiajrtinên parlemanana Iraqê, 320 partî, hevalbendî û lîsteyên hilbijartinê hevrikî kirin.