Balafirên cengê yên iraqî navenda fermandehiya DAIŞ`ê li Sûriyê dan ber êrişan
Fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê îro bi daxûaniyekê ragihand ku balafirên cengê yên vî welatî li operasyoneke hewayî li axa Sûriyê, navenda fermandehî û piştgiriya locêstîk a DAIŞ`ê li vî welatî têk birin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya ISNA`yê, û ji zarê Someriye Newsê, fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê li vê daxûyaniyê teqez kir: Ser fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê, balafirên vî welatî navenda fermandehî û pitgiriya locesîtîkî ya koma terorîstî ya DAIŞê li başûrê navça El-Deşîşê li axa Sûriyê dan ber êrişan û ev navenda ji nav birin.
Balafirên hêza hewayî ya Iraqê hefteya buhurî jî meqerên DAIŞ`ê li Sûriyê bombebaran kirin. Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê jî roja înê meqerên terorîstên DAIŞ`ê li gundê El-Etaşê li nav erdên Sûriyê dan ber êrişên xwe.
Piştî hewahengiya Sûriyê û Iraqê li asta herî bilind li şerê li hember terorîzmê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê vê dawiyê fermana êrişa ser terorîstên DAIŞê li nava axa Sûriyê da.
Tevî işkesta DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê, endamên vê koma terorîstî hertim bi awayekî berbelav li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê dest davêjên êrişên perate û hêzên artêşê yên du welatan operasyona paqijkirina van navçana ji hebûna DAIŞ`ê cih tînin.