May 13, 2018 19:27 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya çapemeniyê ya balyozxana Îranê li Bexdayê li ser hilbijartina parlemanî ya Iraqê

Balyozxana Komara îslamî ya Îranê li Bexdayê, pêşwaziya birêveçûna serketî ya hilbijartina parlimanî ya Iraqê li rewşeka aram û ewleh kir.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, li daxuyaniya çapemeniyê ya balyozxana Îranê li Bexdayê, amajeyî birêveçûna serketî ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê hatiye kirin û hatiye ragihandin: Ev serketin, berdewamkirê serketinên mezin ên dijî terorîsmê û nîşana pêşketina gelê Iraqê bona kivşkirina çarenivîsa xwe ye.

Li vê daxuyaniyê hatiye: Ev hêvîdariya heye ku ev pêvajoya bibe sedema xurtbûn û berfirehbûna istiqrar û dostaniyê li nav Iraqê û li asta navçeyî.

Balyozxana Komara îslamî ya Îranê, li Bexdayê herwiha gel û dewleta Iraqê pîroz kir û hêvîdariya xwe diyar kir: Bi pêkhatina Meclisê û piştî wê pêkhatina dewleta nû, geşepêdan û pêşketin di hemî berûlayan de berdewam bibe û peywendiyên bi birayetî yên di navbera her du welatên Îran û Iraqê de kûr û berfireh bibin.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê, duh şemiyê bi beşdariya nêzî 11 mîlyon iraqiyan û zêde ji sedî 44`ê xelkê hate lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteyên hilbijartinê bi hev re ketin rikeberiyê.

Eva yekemên hilbijartina parlimanî ya Iraqê piştî têkçûna Koma Terorîst a DAIŞ`ê li dawiya sala buhurî (2017) ye.