Nîsan 23, 2018 12:42 Asia/Tehran
  • Piştevaniya bi şik û guman a Erebistanê ji çend berbijarên hilbijartina parlemanî ya Iraqê

Nûnerekî parlemana Iraqê eşkera kir ku Erebistan ji hindek şexsiyet û berbijarên hilbijartina parlemanî li Iraqê piştevaniyê dike.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê dê rja 12ê Gulana 2018an were lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Wai ya Iraqê, Muhemed El-Sîhûd endamê feraksiyona hevalbendiya dewleta qanûnê ragihand: Erebistan li halekê li hilbijartina parlemanî ya Iraqê, piştevaniya hindek şexsiyet û berbijarên vê hilbijartinê dike ku şik û guman li ser xebatên terorîstî yên van kesan heye.

Muhemed El-Sîhûd destnîşan kir: Samêr -El-Sebhan baylozê berê yê Erebistanê li Bexdayê jî berê piştevaniya van kesan dikir ku wan di nav kiryarên terorîstî yên nav axa Iraqê dest hebûne û hedefa wî jî zêdebûna kiriyarên terorîstî li nav Iraqê bû.

Muhemed El-Sîhûd destnîşan kir ku hedefa van cure piştevaniyên Erebistanê jî pêkhatina parlemaneka lawaz û dewleteka nekara li Iraqê ye.