Nîsan 22, 2018 13:55 Asia/Tehran
  • Ebadî: Êrişên DAIŞê ji ber yekbûna iraqiyan têk çûn

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî desnîşan kir ku êrişên koma terorîst a DAIŞê ji ber yekbûna iraqiyan têk çûn.

Li gor nûçeya ISNAyê ku ji zarê Someriya Newsê ew weşandiye, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li axivtina xwe ji bo komeke ciwanên Iraqê got: We roleke girîng ji bo tûkbirina êrişên koma terorîst a DAIŞê û rizgarkirina Iraqê lîst û êrişên DAIŞê ji ber yekbûna iraqiyan têk çûn û serkevtina li hemberî terorîstan wekî nemetek e ku me da cîhanê.

Ebadî li ser rola sereke ya ciwanan li avakirina dubare ya Iraqê sekinî û ji wan xwest bi kesên ku ji bo ziyana welêt bi welatên biyanî re li hev dikin, hevkariyê nekin.

Ebadî got: Ciwan divê xwe nêzîkî siyasetmedarên fesad û gendekar ku dixebitin bi saya karîn û şiyana ciwanan bigihêjin hedefên xwe nekin. Serkevtinê zêhniyeta rast û deshilatdariyê ji Iraqê re pêk anî û vêca em venagerin ser dîktatoriyê an jî partiya Bees.