Nîsan 19, 2018 18:35 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê êrişî çeperên DAIŞ`ê li Sûrîyê kir

Hêza hewayî ya Iraqê bi hevdengîya digel Şamê êrişî çeperên DAIŞ`ê li Sûrîyê kir.

Artêşa Iraqê li daxûyanîyekê ragihand: Li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt hêzên Iraqê, balafirên cengê yên me bi rêka sînorên vî welatî baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûrîyê bi giranî bombebaran kirin.

Li dewama daxûyanîya artêşa Iraqê hatîye ku êrişên ser baregeh û çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê ji ber xetera vê komê ji bo axa Iraqê û nîşana şîyanên berfire yên hêzên çekdar ên qareman ên me di warê şopandina têrorîstan û jinavbirina wan da ye.

Yehya Resûl berdevkê artêşa Iraqê ji ajansa nûçan a Reutersê re got: Êrişên hewayî yên îro yên Iraqê ser çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li Sûrîyê bi hevdengîya digel dewleta Şamê pêk hatin. Wî got: Hêza hewayî ya Iraqê li vê êrişê balafirên cengê yên F-16 bi kar anîn.