Dijberiya Bexadyê li hember bicihbûna hêzên emrîkî li Iraqê
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê li hember avakirina navendên eskerî yên biyanî û bicihbûna hêzên emerîkî li welatê xwe dijberî kir.
Falih El-Feyaz, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê li gotûbêja bi kanala televaîyonî ya El-Meyadînê re got: Bicihbûna misteşarên Emerîkayê jî li Iraqê divê were bisînorkirin.
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê her wiha hevkariya bi Sûriyê re li rawestana li ber terorîzmê erka Bexadyê da zanîn û got: Hewahengî û hevkariya eşkere ya Iraqê bi dewleta Sûriyê li vê riyê nîşana rewşa hevpar a du welatan e.
Falih El-Feyaz her wiha helwêsta fermî ya Bexdayê dijberiya li hember şandina hêzên erebî bo Sûriyê dewsa eskeên emerîkî da zanîn û diyar kir: Ev kiryara ji ber rola kavilker a aliyê rojava-erebî li qeyrana Sûriyê û her wiha xercên giran ên hin welatan li qeyrana Sûriyê maqûl nîne.
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê di hemen demê de bal kişand ser lidarxistina hilbiajrtinên pêşber li Iraq û dawiya dewra mudaxila xelkê li hilbijartinên vî welatî û ser piştgiriya ji serokwezîrtiya Heyder Ebadî li dewleta tê teqez kir.
Vî rayedarê iraqî bal kişand ser vê yekê ku tu lîsteyek bi tenê nikare dewleta pêşerojê ya Iraqê ava bike û destnîaşn kir: Ezmûna Heşda Şebî ya Iraqê her wek ku li warê eskerî serketî bû li warê sekinîan li hember pirsgirêkên siyasî jî serketî bû.
Propagenda hevalbendiyan û partiyên beşadrê hilbijartinên 12 Gulana Iraqê ku ji ber işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê pir giring e , ji 14 Nîsanê destpê bû.