Nîsan 18, 2018 17:39 Asia/Tehran
  • Kuştina serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞ`ê li nêzîkî sînorê navbera Iraq û Sûriyê

Hêzên ewlehiyê yên Iarqê li operasyoneke taybet li nêzîkî sînorên Sûriyê, berpirsê guhestina teqemeniyan û çekên DAIŞ`ê dan ber êrişan.

Li gorî rapora koma navneteweyî ya Fars Newsê, çavkaniyeke egehdar a ewlehiyê li Iraqê, çarşemiyê, 18 Nîsanê raghand ku hêzên ewlehiyê karîn ku yek ji serkirdeyên  giring ên DAIŞ`ê li operasyonekê li nêzîkî sînorên  hevpar ên Iraq û Sûriyê bikujin.

 Wî li gotûbêja bi malpera nûçan a  kanala Someiye Newsê re raghand:

 Hêzên ewlehiyê, terorîstek bi navê Ebû Hezîfê El-Iraqî ku berpirsê êriş û guhestina çek û sîlehan û teqemeniyên endamên DAIŞ`ê bû piştî bidestxistina lêaznînên  eseh li bara bicihbûna  wî li yek ji tûnêlên kolandî li nêzîkî sînorên Sûriyê dan ber êrişan û kuştin.

 Vê çavkaniyê ku nexwest navê wê bê girtin, got ku mirina vî terorîstî mîna  felecbûna  çiqa eskerî ya DAIŞ`ê li nêzîkî sînorên  hevpar ên Iraq û Sûriyê ye.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê pêştir li bara biryarên  ji bo piştgiriya ji ewlehiya sînorên  hevpar bi Sûriyê re agahî dabû û raghandibû ku DAIŞ  dê êdî nekaribe cadinê derbasî nava  Iraqê bibe.