Nîsan 18, 2018 17:39 Asia/Tehran
  • Hekîm: Alûgorên niha yên Rojhilata Navînê jibo ewlehî û aşitiya navçê wek gef û xeterê nen

Serokê bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê li hevdîtina tev nûnerê serokkomarê Amerîkayê li hevalbendiya dijî DAIŞ`ê ragihand: Riya niha ya alûgorên Rojhilata Navînê, ewlehî û aşitiya navçê dixe ber xeterê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Nivîsgeha agehdarî gihandina Bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê ragihand ku Seyîd Emar Hekîm serokê vê bereyê îro çarşemê tev Brett Mek Gurk nûnerê taybete serokkomarê Amerîka li hevalbendiya dijî DAIŞ`ê û Andrew Pîk destyarê alîkarê wezîrê karên derve yê vî welatî civiya.

Emar Hekîm li vê hevdîtinê got: Rewşa nihaye Rojhilata Navîn li ser ewlehiya Iraqê jî tesîra xwe daniye loma Iraq ji welatên navçê dixwaze bona çareserkirina kirîzên xwe bi hevra rûnin ser masa gotûbêjê.

Li vê civînê her du aliyan bi hevrali ser alûgorên navçeyî, navnetewî û rewşa ewlehî-siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Gor nûçeyekî din ji Iraqê, Yasîn Mecîd ji rêberên partiya El-Dewe got: Erebistan çi bi Wehabiyetê û çi jî bêyî Wehabiyetê li xizmeta Amerîkaye û dixebite duberekiyê bêxe navbera şîeyan.

Yasîn Mecîd destnîşan kir: Amerîka, Erebistan û hevpeymanên xwe dixebitin ji riya hilbijartina parlemanî ya Iraqê, nizamekî nû bînin ser kar ku mêrata terorîstên DAIŞ`ê ye û eger ewna nekaribin vê xwesteka xwe ber bi pêş biben, Iraqê ber bi aloziyê diben.

Hilbijartina parlemanî ya Iraqê 12 Gulana 2018 dê birê keve.